YE’yê ceza li çeteyên Tirkiyê yên li Sûriyayê birî

YE’yê biryar da ku piraniya cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê rake, ku piştgiriyê bide "jinûve tamîrkirinê". Di heman wextî de YE’yê ji binpêkirinên xeternak ên mafên mirovan cezayên nû li ser serçete û çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîn.

YE’yê ceza li çeteyên Tirkiyê yên li Sûriyayê birî
28 gulan, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

YE’yê daxuyand ku piranî cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê, ji bilî yên girêdayî sedemên ewlehiyê, rakirine.

Li gorî daxuyaniyekê ku li ser malpera fermî ya Yekîtiya Ewropî (YE) hatiye weşandin, biryara ku peymana siyasî ya ku 20’ê Gulana 2025’an hat ragihandin, pêk anî. Armanca wê biryarê ew bû piştgiriyê bide hewldanên yekirina welat, avakirina Sûriyeyeke berfireh, piralî û aştiyane.

Li gorî vê yekê, YE’ê 24 saziyên Sûriyeyê ji lîsteya cezayan derxistin; ji wan Banka Navendî ya Sûriyeyê û şîrketên di beşên girîng ên weke hilberîn, parzûnkirina petrol, pembo, peywendî, gelek dezgehên ragihandinê û kanalên televîzyonan.

YE’ê diyar kir ku ev gav "biryara rast di vê qonaxa dîrokî de" temsîl dike û ji bo "tamîrkirina Sûriyeyê û daxwazên gelê wê ber bi veguheztineke siyasî ya berfireh " piştgirîdayîn e. YE’ê aşkera kir ku ew ê di vê qonaxê de şirîkê bingeh bimîne, mîna ku di 14 salan borî de kiriye.

Li aliyekî din jî, YE’ê ceza li ser kes û blokên girêdayî rejîma Sûriyeyê heta 1’ê Heîzrana 2026’an dirêj kir.

Di pêşketineke girîng de û ji bo bersivdana tundî û sûcên dawîn ên li herêma perava Sûriyeyê di Adara 2025’an de pêk hatine, YE’ê ceza li 2 serçeteyên dewleta Tirk li Sûriyeyê; Mihemed Casim (Ebû Emşe) û Seyf Bulad (Ebû Bekir), sê blokên çeteyên Tirkiyeyê; "Firqet Sultan Murad, Firqet Sultan Silêman Şah û Firqet El hemze" birîn. 

Ev cezayên hatine birîn, di nav de mal û milkên wan li hundirê dewletên Ewropayê tên cemidandin û nabe ji Sûriye derkevin.

(ac/fr)

 ANHA