Çîroka baweriya kûr bi welêt:Şehîd Ebdulezîz El Osman 

Şehîd Ebdulezîz El Osman bangewaziya gelê xwe bersivand û cihê xwe di parastina welêt ji êrişên çeteyan de girt. Wî bi baweriya xwe ya kûr bi welatê xwe dîrok xêz kir. Îro jî bavê wî, soz dide ku zarokên wî li ser baweriyên wî bi jiyan û welêt mezin bike.

Çîroka baweriya kûr bi welêt:Şehîd Ebdulezîz El Osman 
Çîroka baweriya kûr bi welêt:Şehîd Ebdulezîz El Osman 
Çîroka baweriya kûr bi welêt:Şehîd Ebdulezîz El Osman 
2 mijdar, 2023   04:47
QAMIŞLO
CÎHAN SILÊMAN-BESNE ŞEMO

Ebdulezîz El Osman mînaka dilsoziya bi welêt re ye. Piştî êrişên Cebhet El Nusra sala 2013`an, ji bo parastina welat û axa xwe, tev li hêzên leşkerî bû. 

El Osman sala 1996`an de, li gundê Mihşen ê başûrê navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê ji dayîk bûye. Di nav 10 zarokan de kurê duyemîn e. 3 Xwişk û 6 birayên wî hene. Seretayî li dibistana gund qedandiye. Navîn jî li dibistana Cafer Remo ya navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê xwendiye. Amadehî li dibistana Col Cemal a bajarokê Rimêlanê dixwîne lê bi dawî nake.

Ji ber rewşa madî, ji bo ku debara malbata xwe peyda bike, El Osman di çêkirina avahiyan de li herêma Cibêl a peytaxta Lubnan Beyrûtê kar dike. Piştî ku çeteyên Cebhet El Nusra û DAIŞ`ê 2013`an êriş navçeya Til Koçerê dikin, El Osman bangewaziya gel û welatê xwe dibersivîne û li vedigere navçeyê. Tevî birayê xwe Asim tev li YPG`ê dibe. Bi navê Rûdî Til Koçer dest bi têkoşîna leşkerî dike.

TÊKOŞÎNA BI HEZKIRINA WELÊT DAGIRTÎ

Şehîd Rûdî tev li gelek pêngavên leşkerî dibe. Ji pêngava rizgarkirina Til Koçberê (Pêngava Wefadariya bi Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxayê re) bigire heta bigihêje pêngavên Holê û Şedadê. Ji bo parastina sînoran li Til Koçerê hate erkdarkirin û heta 2017`an ev erk anî cih.

Der barê têkoşîna şehîd Rûdî de, birayê wî ku di nav YPG`ê de ye Asim El Osman got: "Me bi hev re gelek biryarên girîng girtin. Bi hev re çûn Lubnanê, tevli YPG`ê bûn. Rûdî bi hezkirin, comerdî û berpirsyariya xwe dihat naskirin."

Asim behsa hin helwestên şehîd Rûdî kir û got: "Di pêngavên leşkerî de, diviyabû yek ji me bima. Wî nedihişt ez biçim pêngavan. Nedixwet tiştek bi min were, ji ber wê nedihişt ez biçim pêngavan. Her kes kêfxweş bû dema bihîstin birayê min tev li hêzên leşkerî bûye. Ji berk u rûgeş bû û ji her kesî hez dikir."

Piştî 2017`an, ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn ferz wî çêbû. Gelek erk anîn cih, wek nobedariya bendên kontrolê, nobedariya girtîgeha navçeya Til Koçerê. Herî dawî sala 2023`yan ji bo Yeknîneyên Têkoşîna li dijî Hişbirê ferza wî çêbû.

Li ser wê ferzê, tev li dewreya Akademiy Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê bû ku li herêma Koçerat a navçeya Dêrikê dest pê kiribû. Lê belê 8`ê Cotmeha 2023`yan, tevî 28 hevalên xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hatin hedefgiritin û şehîd bûn.

Der barê zarokatî û pêvajoyên din ên jiyana şehîd Rûdî de bavê wî Elî El Osman got: "Rêz ji her kesî re digirt, bi hurmet bû, ji endamên malbatê re bi taybet xwişkên wî stargeh bû. Ji bo debara malbatê alîkariya min kir. Dibistana xwe nîvçû hişt ji bo ku birayê wî yê mezin zanîngehê biqedîne."

Elî El Osman wiha domand: "2016`an zewicî, bi xwe malek ji xwe re ava kir. Lê dîsa jî piştevanê malbatê bû û dev ji berpirsyariyên xwe li hember wan berneda. Kurek û keçek wî çêbûn. Li benda zarokê sêyemîn bû lê şehîd bû."

Elî El Osman soz da ku zarokên kurê xwe li ser bîranên wî mezin bike.

(şx)

ANHA