Çima lidarxistina foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê girîng bû?

Seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidro diyar kir ku lidarxistina foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê girîng bû, ji ber ku tê de vîna jinan a rasteqîn ji bo beşdariya aktîf û dayîna biryaran diyar kir.

Çima lidarxistina foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê girîng bû?
Çima lidarxistina foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê girîng bû?
Çima lidarxistina foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê girîng bû?
21 cotmeh, 2024   07:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Di rojên 18-19'ê Cotmehê de Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Yekitiya jinên Sûriyeyî misogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" li bajarê Helebê li dar xistibû.

Di forumê de aktîvîstên Sûriyeyê, alîgirên mafên jinan û mirovan, rojnamevan, siyasetmedar, nûnerên civaka sivîl û tevgerên ciwanan û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di dawiya forumê de encamname ji bo pêkanîna yekitiya nîştîmanî ya Sûriyeyê û avakirina Sûriyeya demokratîk, nenavendî û pirreng hatin diyarkirin.

Girêdayî wê, seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidro ji ajansa me re der barê mijara yekemîn a forumê ya bi navê "Stratejiya çareserkirina krîzê bi nêrîna jinan" de got: "Di mijarê de hat diyarkirin ku yekitiya jinên Sûriyeyê û beşdarkirina wan di pêvajoya siyasî de bingeha çareseriyê ye."

Cîhan Xidro der barê mijara duyemîn a bi navê ʹBeşdariya giştî ya jinên Sûriyeyêʹ de got di vê mijarê de bal li ser xurtkirina beşdariya jinan a rasteqîn di cihên biryardayînê de hat kişandin.

Cîhan Xidiro diyar kir ku sedema binketina dan û standinên Sochî û Astana ew e ku jin tê de hatibûn paşguhkirin û dûrxistin û ne li gorî armancên gelê Sûriyeyê bûn.

Têkildarî mijara sêyemîn a bi navê "Rola jinan di avakirina aştiyê de" Cîhan Xidiro diyar kir ku di vê mijarê de gelek pêşniyar ji bo sekna li dijî sûcên ku rojane li herêmên dagirkirî bi taybet ên li dijî jinan tên kirin, hatin kirin.

Der barê girîngiya lidarxistina forumê de Cîhan Xidiro got: "Ji bo ku em peyaman bigihîn tevahî jinên Sûriyeyê yên li tevahî herêman me xebat kir. Peyama me jî ew e ku ji bo bidawîkirina krîzê, pêdivî bi avakirina eniyeke jinên Sûriyeyî heye."

Cîhan Xidiro di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku encamnameya ku hatiye dayîn, ji bo xebata nivîsgehê di rojên bê de hêmanên sereke û stratejîk e.

(mh)

ANHA