Bajarokê Baxozê pêdiviya xwe ji xurmeyan peyda dike

Li rojhilatê Dêrazorê çêkirina dimsa xurmeyan yek ji pîşesaziyên herî kevnar ên ku vedigere zêdetirî 100 salan.

21 cotmeh, 2024   05:10
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Li rojhilatê Dêrazorê, bi taybetî Baxozê ku bi darên xwe yên xurmeyan tê naskirin, mewsima çinîna xurmeya dest pê kir. Li gorî daneyên Nivîsgeha Şêwiriyê ya Bajarê Sûse, li bajarokê zêdetirî 12 hezar darên xurmeyan hene. Xurme hem debera sereke ya şêniyên bajarokê ye û hem jî jêdera sereke ya xurmeyan li Sûriyeyê ye. 

Li gorî şêniyên Baxozê, cara yekê sala 1857`an darên xurme li Dêrazorê hatine çandin û zêdetirî 40 cureyên xurmeyan (tiliyên zeynebê, zahdî, xesta, lûlû, tiliyên zava, baqlawa, berhî, xenîser, basrawî, xiyarî, necefî, mechûle û yom) hene.

Şêniyên Baxozê xurme û dimsê wê di çêkirina şêraniyan de bi kar tînin. Ji bo zivistanê depo dikin û berhema zêde dişînin kantonên din.

Mewsima çinînê xurmeyan di navbera Îlon û Mijdarê de ye. Şênî li gorî rêbazên berê dimsa xurmeyan çêdikin.

Şêniyê bi navê Salih El Hemed ê ji Baxozê got: "Me dest bi çinîna xurmeyan kiriye. Em hinekan depo dikin û hinek din dikin dimis."

El Hemed wiha domand: "Me çêkirina dimsa xurmeyan ji pîşeyên xwe wergirtiye û em ji bo zivistanî depo dikin."

El Hemed behsa pêvajoyên çêkirina dimsê kir û got: "Piştî çinînê, em xurmeyên zuha vediqetînin û wê ji bo zivistanê hiltînin. Em xurmeyên nerm jî dikin dims. Destpêkê xurme 2 -3 rojan tê tirşkirin. Dûre dikelînin û piştre diguvêşin. Rohna ji guvaştinê dertê, dibe dims."

Li bajarokê edateke kevnar heye ku xwediyên zeviyên xurmeyan, xurmeyan û dimsê li şêniyên ku darên xurmeya li cem wan tune ne belav dikin.

El Hemed di dawiyê de got: "Hewce nake em xurmeyan ji derve bînin. Mewsima li vir têra herêmê giştî dike. Di piraniya malên baxoziyan de, darek an 2 darên xurmeyan hene. Dikarin xurmeyan jê peyda bikin û dimsê jî çêkin."

Li kantona Dêrazorê her sal festival xurmeyan tê lidarxistin. Xwendiyên darên xurmeyan cureyên xurmeyan di festîvalê de pêşkêş dikin.

(şx)

ANHA