Jinên Kurd daxwaza yekitiya neteweyî kir

Jinên Kurd banga yekitiya neteweyî kir û got yekitî ji bo parastina mafên gelê Kurd girîng e.

Jinên Kurd daxwaza yekitiya neteweyî kir
22 hezîran, 2026   02:35
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Li bajarê Dirbêsiyê jinan diyar kir ku pêvajo gelekî hesas e û pêdiviya gelê Kurd bi yekitiyê heye.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Nesrîn Elî got: "Ev pêvajo ji bo gelê Kurd girîng e, heke yekitiya partiyên Kurd çênebe dê bibe sedema ku gelê Kurd bişike. Divê hemû alî bi hev re bibin alîkar. Tenê bi yekitiya Kurdî em dikarin destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine, biparêzin."

Berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbêsiyê Ebîr Hesen anî ziman ku ev pêvajo gelekî xeter e û wiha lê zêde kir: "Li hemberî deskeftiyên siyasî û civakî yên gelê Kurd komplo hene. Ev şert û merc li ser hemû partiyên Kurd ferz dike ku yekitiya Kurdî pêk bînin, divê girîngî bidin vê yekê û li ser bingehê wê tevbigerin. Heke yekitiya neteweyî ya gelê Kurd pêk neyê em hemû deskeftiyên xwe wenda bikin."

Ebîr Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Rola jinan di yekitiya neteweyî de gelekî girîng e. Jin dikarin yekitiya Kurdî pêk bînin."

(np)

ANHA