Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Mexmûrê hatin bibîranîn

Rojnamevanên li Wargeha Mexmûrê hevpîşeyên xwe şehîd Cîhan Bîlgîn û şehîd Nazim Daştan ku di êrişa dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn.

Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Mexmûrê hatin bibîranîn
21 kanûn, 2024   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên çapemeniya azad ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hevpîşeyên xwe Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19’ê Kanûnê de, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Daxuyanî bi kombûna endamên çapemeniya azad û xelkê wargehê ya li ber avahiya Mala Gel daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn, deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê çapemeniya azad rojnamevan Bêrîvan Tunc axivî.

Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên rojnamevanên şehîd  re xwest û got: “Di pêvajoyek ew qas girîng de, pêvajoyek ku li Rojhilata Navîn bi taybet li Sûriye jiyana sedsalan ya gelan li holê ye. Di vê pêvajoyê de êrişên pir giran li ser Kurdistanê, hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakur û hem jî li Başûr, bi taybet di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke ku 12 sal e bi xwîna keç û xortên gelê Kurdan hatiye avakirin, tê meşandin. Îro ji bo destkeftiyên wê şoreşê ji destê Kurdan bigire, dewleta Tirk û çeteyên wê êriş dikin. Hevalên me Nazim û Cîhan ji bo vê rewşa ku îro li Sûriyê diqewime, ji tevahî cîhanê re ragihîne û li beramberî çapemeniya desthilatdar ya ku dixwaze rewşa heyî berovajî bike li ser kar bûn. Ji ber vê yekê di encama êrişekî hovane ya dewleta Tirk de bûn hedef û şehîd bûn."

Bêrîvan Tunc her wiha soza şopandina rêya şehîdên çapemeniya azad dubare kir û wiha domand: “Em jî wek endamên çapemeniyê dizanin ku bi hedefgirtina hevalên me yên rojnamevan re dixwazin peyamekê bide me ku bêje ‘em dikarin li her derê êrişê we bikin’. Em jî dibêjin heta ku em azadiya gelê xwe bi destnexin û heta ku em dagirkeriya heyî ji holê nerakin, li ku derê dibe bila bibe em ê weke endamên çapemeniya azad li ser kar bin û em ji dagirkeriya wan natirsin. Em pênûs û kameraya wan li erdê nahêlin.”