HPG: Hêzên PDK'ê gule li gerîlayan reşandin

HPG’ê daxuyand ku "11'ê Kanûnê komeke hevrêyên me yên li herêma Avaşînê bi erka xwe radibûn, rastî kemîneke hêzên PDK'ê hatin. Hêzên PDK’ê gule li tîma me ya gerîla reşandin û pevçûneke kurt rû da.”

HPG: Hêzên PDK'ê gule li gerîlayan reşandin
21 kanûn, 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê de daxuayniyek da û ev tişt diyar kir:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

16'ê Kanûnê saet 13:18'an li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayek mobese ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate gulebarankirin û îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

18'ê Kanûnê saet di 13:20’an de li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayek mobese ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate gulebarankirin û îmhakirin.

17'ê Kanûnê dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li Girê Cûdiyê ve pêş ve biçin 5 caran bi çekên giran hatin derbkirin û piştre liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatine kirin.

17'ê Kanûnê dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li Girê Cûdiyê ve pêş ve biçin 3 caran bi çekên giran hatin derbkirin û piştî wê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatine kirin.

17'ê Kanûnê saet di 13:50'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dagirker bi çekên giran hatin hedefgirtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

18'ê Kanûnê saet di 11:33'an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê dagirker bi çekên giran hatin hedefgirtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

19'ê Kanûnê saet di 12:30'an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê dagirker bi çekên giran hatin hedefgirtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Herêma Metîna;

19'ê Kanûnê saet 10:30 li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna kamerayek mobese ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hat gulebarankirin û îmhakirin.

Herêma Xakurkê;

18'ê Kanûnê saet 20:00’an li Qada Berxwedanê ya Sinînê bi çekên nîvotomatîk helîkopterên êrişê hatin hedefgirtin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

17-18'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

19'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

19'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

17, 18, 19 û 20’ê Kanûnê li herêma Garê qadên Deşta Kafya, Spîndarê, Mijê, Girê, Avtehlê, Kanîsarkê, Yekmalê û Dêreşê 13 caran, li herêma Qendîlê qadên Girê Şehîd Cîhan, Qada Newrozê, Bokrîskan, Zergelê û Bêpala 7 caran, li herêma Xakûrkê qadên Lolan, Girê Şehîd Hawar, Berbizinê, Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Zinar 7 caran û li herêma Metîna Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 2 caran; bi giştî 29 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17,18 û 19’ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 32 caran, li herêma Xakûrkê Qada Berxwedanê ya Lolanê 3 caran; bi giştî 35 caran bi helîkopterên mrîşê hatin bombekirin.

HÊZÊN PDK’Ê LI DIJÎ GERÎLAYAN KEMÎN DANÎ

11'ê Kanûnê, komeke hevrêyên me yên li herêma Avaşînê bi erka xwe radibûn, rastî kemîneke hêzên PDK'ê hatin. Hêzên PDK’ê gule li tîma me ya gerîla reşandin û pevçûneke kurt rû da.”