Meclisa Eyn Îsayê: Êrişên li dijî rojnamevanan veşartina rastiyan in

Meclisa Eyn Îsayê êrişa li dijî rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan şermezar kir, her wiha diyar kir ku ew bi QSD`ê re ne.

Meclisa Eyn Îsayê: Êrişên li dijî rojnamevanan veşartina rastiyan in
21 kanûn, 2024   14:10
EYN ÎSA

Meclisa Bajarê Eyn Îsayê têkildarî êrişa li dijî rojnamevan şehîd Cîhan Bîlgîn û şehîd Nazim Daştan a dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek da. Hevserokê meclisê Sabrî Nebo li qada meclisê daxuyanî xwend. Bi dehan endamên sazî û komîteyên meclisê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, armanckirina rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û hêzên têkildar hate kirin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û rojnamevanan şermezar bikin û hate gotin ku êrişên li dijî rojnamevanan bi armanca veşartina rastiyan têne kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne ku yekitiya Sûriyeyê û destkeftiyên şehîdan diparêzin."

(şx/k)

ANHA