Hêzên Îsraîlê careke din ketin Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê careke din ketin gundewarên Quneytîra ya li başûrê Sûriyeyê.

Hêzên Îsraîlê careke din ketin Quneytîrayê
9 gulan, 2025   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke leşkerî ya hêzên Îsraîlê ket gundê Riwêhîna yê Quneytîrayê, bêyî ku tu pevçûn çêbin.

Di nava kêmî 24 saetan de ev cara sêyemîn e ku hêzên Îsraîlê dikevin herêmên sînorî yên başûrê Sûriyeyê. Tevî vê yekê jî hêzên desthilata Şamê tu bersiv nedane.

(bb)