Li Mexmûrê Balefirek bê mirov digerin

Ji danê siharê ve balafirek bê mirov bê navber û bi nizmî li ser wargeha penaberan a Mexmûrê digere. Di van kêliyan de jî tevgera balefirê berdewam dike.

Li Mexmûrê Balefirek bê mirov digerin
19 hezîran 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, ji danê siharê ve balafirek bêmirov li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere.

Di van kêliyan de jî gera balefirê berdewame, nayê zanîn balafir ya kîjan welatiye, lê balkêşe ku balafir tenê li ser asîmanê wargehê digere.

Hêjayî gotinê ye ku gelek caran Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin ku encamê de şehîd û birîndar çêbûne.

Herî dawî di Cotmeha sala 2023’an de, di nava 10 rojan de 3 caran balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker xelkê Mexmûrê bombebaran kir û encamê de 2 jin û 3 zarok birîndar bûn û ciwanê bi navê Dilovan Îşlek