Cezayên nû li kes û şîrketên têkildarî Îranê hatin birîn

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê cezayên nû li ser kes û şîrketên ku bi bazirganî û seferên hewayî yên têkildarî Îranê ve eleqedar in birîne.

Cezayên nû li kes û şîrketên têkildarî Îranê hatin birîn
21 nîsan, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de nîşan da ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) cezayên nû li ser kes û şîrketên ku bi bazirganî û seferên hewayî yên têkildarî Îranê ve eleqedar in birîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev sazî "li ser navê rejîma Îranê di kirîn an veguhestina çek an pêkhateyên çekan de beşdar in."

Li gorî Reutersˊê, Wezîrê Derve Scott Bisent got, "Divê rejîma Îranê ji ber şantajkirina xwe ya li ser bazarên enerjiyê yên cîhanî û hedefgirtina bêserûber a sivîlan bi mûşek û dronan (...) berpirsiyar were girtin. Wezareta Xezîneyê dê şopandina pereyan bidomîne û bêwijdaniya rejîma Îranê û kesên ku piştgiriyê didin wê hedef bigire."

(fr)