Macron bang li Îsraîlê kir: Dev ji timayên yên li Lubnanê berde

Serokê Fransayê bang li Îsraîlê kir ku dev ji timayên xwe yên li Lubnanê berde. Hemwextî wê jî serokê hikumeta Lubnanê jî ji Îsraîlê xwest ku ji tevahî xaka Lubnanê vekişe.

Macron bang li Îsraîlê kir: Dev ji timayên yên li Lubnanê berde
21 nîsan, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Îsraîlê xwest ku "dev ji timayên xwe yên berfirehkirinê li Lubnanê berde."

Macron da zanîn ku divê Hizbullah êrişên xwe li dijî Îsraîlê rawestîne û bêçekirina wê bi rêya Lubnaniyan bi xwe ye.

Di civîneke çapemeniyê ligel serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam li Qesra Elysee de Macron got "divê agirbesta heyî were dirêjkirin ku rê bide destpêkirina proseya rasteqîn a îstîqrarê."

Macron banga pêkanîna rêkeftineke siyasî di navbera Îsraîlê û Lubnanê de kir ku ewlehiya her du welatan, yekitiya xaka Lubnanê misoger bike û bingehîn normalîzekirinê deyne. Macron anî ziman ku Fransa amade ye berevaniya pabendbûna xwe li meydanê bike.

Selam jî got ji bo rûbirûbûna krîza mirovî pêdiviya Lubnanê bi 500 milyon euro heye û daxwaz kir ku tevahî hêzên Îsraîlê ji welat vekişe.

(fr)