Cezayê îdamê ji bo gerîlayê HPG’ê Rêgeş Ozdemîr hate erêkirn

Gerîlayê HPG’ê Rêgeş (Ethem Ozdemîr) ku di 23’yê Hezîrana 2019’an de hate dîlgirtin, ji aliyê dadgerê Îranê ve cezayê Îdamê hatî birîn û dadgeha bilind jî erêkirin.

Cezayê îdamê ji bo gerîlayê HPG’ê Rêgeş Ozdemîr hate erêkirn
28 gulan, 2024   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayê HPG’ê Rêgeş (Ethem Ozdemîr) 23’yê Hezîrana 2019’an li qada Kevirê Spî ya herêma Qeleniyê di encama şerê bi Muhafizên Şoreşê ya Îranê re derketî de, hate dîlgirtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê 28’ê Tîrmeha 2019’an daxuyanî dabû û ragihandibû ku di vî şerî de gerîlayek şehîd bû û gerîlayek jî bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên Îranê. Hat zanîn ku Rêgeş di sala 1997’an de li Agiriyê ji dayik bûye û di sala 2014’an de tevlî PKK’ê bûye.

Dewleta Îranê piştî 33 mehên girtîbûna Rêgeş, ew derxist Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Xoyê. Piştî darizandineke kurt, di 15’ê Adara 2022’yan de cezayê îdamê lê hate birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Rêgeş li girtîgeheke li Urmiyeyê tê ragirtin û cezayê wî yê îdamê ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin.