Çeteyên Tirkiyeyê gef li xizmên Melek Îbo xwarin

Çeteyên ′Siqor El Şîmal′ yên dewleta Tirk a dagirker li ser paşxaneya belavkirian çîroka Melek Îbo gefên kuştinê û destserkirina mal û milkan li xizmên wê xwarin.

Çeteyên Tirkiyeyê gef li xizmên Melek Îbo xwarin
21 mijdar, 2023   16:56
HELEB

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji ajansa me re parve kirine çeteyên ′Siqor El Şîmal′ ên dewleta Tirk a dagirker gef li xelkê gundê Elî Jaro xwarin. Li ser paşxaneya belavbûna çîroka mirina Melek Îbo (63) a ji gundê Elî Jaro yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî di 6′ê Mijdarê de, çeteyan gef li xizmên wê xwarin.

Melek Îbo, piştî çeteyê bi navê ′Esmer Ebû El Iz′ mal û erdê wê desteser kirin û gefên qetilkirina wê ger daxwaza mal û milkên xwe kirine xwarin, li maleke xizmên xwe dima.

Çavkaniyan anî ziman ku piştî xizmên Melek Îbo ji hêla çeteyên ′Siqor El Şîmal′ve gef xwarin, li malekê kom bûn. Ew jî ji ber metirsiya çete sûcên derexlaqî li dijî wan nekin û malkên wan desteser nekin.

Vê bûyerê hêrseke mezin çêkir û çalakgeran çîroka Melek Îbo ya ku ji qehran re wefat kiriye, ji mala xwe mehrûm bûye û wesiyeta wê ya dawî ya piştî mirinê li mala wê bê gerandin, belav kir.

Li gorî çavkaniyan, zarokên Melek bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, tenê keçeke wê ya zewcî li gund e. Çeteyên ′Siqor El Şîmal′ mal û milkên keça wê desteser kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve bi dehan sûc li dijî xelkê wê li gel bêdengiya hêzên navneteweyî pêk anîne, ruxmî ku bangên xelkê Efrînê yên vegerandina ewle û li gorî qanûnên navneteweyî nesekinîne.

(fr)

ANHA