Ciwanan li Dêrikê pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrik ji bo danasîna berhemên Rêber Abdullah Ocalan pêşangeha pirûtkên vekir.

21 mijdar, 2023   16:29
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêşgirtiya pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir û wêneyên wî pêşkêş kirin.

Pêşangeh li Parka Şehîd Arîn a Dêrikê bi beşdariya dehan ciwanên Dêrikê, nûnerên saziyên sivîl, meclis û Kongra Star hate vekirin.

Di pêşangehê de bi dehan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi zimanên Kurdî û ERebî; Parêzenmeya Atînayê, Nexşerê, Çawa Bijî (beşa yek, du û sê), Manîfestoya Şaristandiya Demokratîk bi 5 cildên xwe, Parastina Gelekî, Ji Dewleta Rahîb a Somer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve û pirtûkên din, hatin pêşandan.

Di pêşangehê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulê Xalîde axivî û got armanca vekirina pêşangehê belavkirian fikra Rêber Abdullah Ocalan e û bi wê re çareserkirian pirsgirêkên civakan e. Gulê wiha domand: "Felsefeya Rêbertî çareserkirina doza Kurd e."

Her wiha dûre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê Enes Îdan der barê bandorbûna fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de helbestek xwend.

Di dawiyê de beşdar li nava pêşangeha ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatine daliqandin, geriyan. Pêşangeh bi belavkirina 100 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran û durişma ′Bê Serok Jiyan Nabe′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA