Hunermend Bavê Hewas koçe dawîn kir

Hunermend û ji damezirînerên Koma Şehîd Hogir Bavê Hewas di 90 saliya xwe de li bajarê Hesekê koça dawîn kir.

Hunermend Bavê Hewas koçe dawîn kir
24 adar, 2025   13:46
HESEKÊ

Duh hunermend Ferhan Silêman Murad ku bi navê ‘Bavê Hewas’ tê naskirin, di temenê 90 salî de ji ber krîza dil li mala xwe ya li bajarê Hesekê koça dawîn kir.

Cenazeyê Bavê Hewas li goristana bajarê Hesekê spartin axê.

Bavê Hewas yek ji damezirînerên Koma Şehîd Hogir bû ku di sala 2011`an hate damezirandin û piştî sala 2012`an tev li Navenda Xabûr ya Çand û Hunerê ya Hesekê bûbû.