Çeteyên êrişî gundewarê Kobanê kirin derbên giran xwarin

Çeteyên êrişî gundên Kobanê kirin derbên giran xwarin. 2 wesayîtên zirxî û gelek erebeyên wan hatin îmhakirin û gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn. Li gundê Zêrîkê jî pevçûn dewam dikin.

Çeteyên êrişî gundewarê Kobanê kirin derbên giran xwarin
25 ÇILE, 2026   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, agirbesta 15 rojan binpê kirin, li gundên Şêxler, Çelebî û Zêrîk ên Kobanê êrişî cihên şervanên YPJ û YPG’ê kirin.

Şervanan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da û derbên giran li wan dan.

Di bersivdayîna êrişan li gundê Çelebiyê de 2 wesayîtên zirxî û gelek erebeyên çeteyên hatin îmhakirin. Li gundê Şêxlerê gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Her wiha li gundê Zêrêkî jî pevçûn dewam dike.

(b)