Çeteyên DAIŞ’ê êrişî rêbendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn duh bi şev 5 çeteyên DAIŞ’yê êrişî rêbendeke li ser rêya Hesekê-Şedayê kiriye û şer derketiye. Di şer de çeteyek birîndar bûye û hatiye girtin, çeteyên din jî reviyane.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî rêbendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
20 ÇILE, 2025   13:51
HESEKÊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrişeke çeteyên DAIŞ’ê agahî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin duh bi şev (20 Çile) saet di 01.00’an de 5 çeteyên DAIŞ’ê êrişî rêbendeke li ser Rêya 47 a Hesekê-Şedadê kiriye. Hate gotin kome çeteyan bi bi motorsîkletan êrişî rêbendê kiriye û li ser bersiva endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çeteyek birîndar bûye û hatiye girtin, çeteyên din jî reviyane.

Fermandariyê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em bang li hemû welatiyan dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bikin û her tevgereke biguman ragihînin. Ji ber ku hevgirtina gel bingeha parastina ewlehî û aramiya herêmên me ye.”