Xebatkarên tenduristiyê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn

Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dê bibin sedema zindîbûna DAIŞ`ê û xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn.

Xebatkarên tenduristiyê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
20 ÇILE, 2025   13:53
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bi amadebûna endamên meclisê û xebatkarên tenduristiyê ji aliyê hemşîre Henan Şêxo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişan hatin şermezarkirin.

Hate gotin, li gorî qanûnên navneteweyî, êrişên li ser qadên sivîlan, binesazî, nexweşxane, dibistan, ambulas û konvoyan sûcên şer û sûcên dermirovî ne.

Di daxuyaniyê de berxwedana gel a li hemberî êrişan hat silavkirin û hate destnîşankirin ku êriş li hemberî berxwedana gel a parastina herêmê têk diçin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werbigire û bi siyasetên xwe yên qirkirin û paqijiya etnîk, hewl dide dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike.

Di daxuyaniyê de hişyarî hate kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dê bibin sedema ku DAIŞˈê careke din xwe komî ser hev bikin û gefan li ewlehiya herêmê û ya cîhanê bixwin.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku divê êrişên dewleta Tirk werin rawestandin û hesab jê were xwestin. Her wiha banga parastina ekîpên tenduristiyê, bendav, nexweşxane û dibistanan ji şeran hate kirin. Bang hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji Sûriyeyê derkeve û piştre vegera birûmet a koçberan a li warên wan mîsoger bikin.

(bb)

ANHA