Çeteyên DAIŞ`ê 8 leşkerên hikumeta Şamê kuştin
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê 8 leşkerên hikumeta Şamê yên ji 26’ê Adarê ve agahî ji wan qutbibû, kuştin.
![Çeteyên DAIŞ`ê 8 leşkerên hikumeta Şamê kuştin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202403/image_870x_66094992bb08d.jpg)
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê, yek jê efser 8 leşkerên Firqeya 11`an a hêzên hikumeta Şamê kuştin. Li gorî SOHR, leşkerên Şamê yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin, ji 26`ê Adarê ve li herêma Kebacib dema ji devera Suxne diçûn Dêrazorê agahî ji wan qutbibû.
Li gorî SOHR`ê, ji destpêka 2024`an ve di 100 êrişên çeteyên DAIŞ`ê de, li çolistana Dêrazor, Reqa, Heleb, Hema û Himsê 273 kes di êrişan de hatine kuştin, di nav de 37 sivîl û zarokek 204 leşerkên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hene. Her wiha 24 çeteyên DAIŞ`ê bi destê hikumeta Şamê hatine kuştin.
(şx)