Şêniyên herêmê sersaxî dan malbata şêx Fewaz El Zewba

Şêniyên kantona Cizîrê sersaxî dan malbata serokê Meclisa Qebîleya El Cebûr şêx Fewaz El Zewba ku înê çû ser dilovaniya xwe.

31 adar, 2024   14:55
HESEKÊ

Şênî, rûspiyên êlan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekairya Hundirîn û partî ji bo ku sersaxî ji malbata serokê Meclisa Qebîleya El Cebûr şêx Fewaz El Zewba bixwazin, tev li merasîma sersaxiyê bûn ku li gundê Selmaniyê ya bajarê Hesekê hatiye li darxistin.

Serokê Meclisa Qebîleya El Cebûr şêx Fewaz El Zewba înê çû ser dilovaniya xwe û şemî li gundê xwe Selmaniyê yê bajarê Hesekê hate oxirkirin.

Di merasîma sersaxiyê de rola ku şêx El Zewba di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser û sepandina aştiya navxweyî de lîstiye, hate silavkirin.

merasîma sersaxiyê wê heta êvarê berdwam bike.

(şx)

ANHA