Çeteyan sivîl û birîndar revandin

Karwanekî seyareyan ê ji sivîlan û birîndarên sivîl pêk tê, li gundê Sabah El-Xêr ê girêdayî Reqayê ji aliyê komên çeteyan ve hatin revandin.

Çeteyan sivîl û birîndar revandin
18 ÇILE, 2026   14:51
REQA

Beşek sivîl û birîndarên ku dixwestin ber bi bajarê Hesekê ve biçin, li nêzî gundê Sabah El-Xêr ê Reqayê ji aliyê komên çeteyan ên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê ve hatin revandin. 

Welatiyeke ku di nava karwan de cih digire, têkildarî dengek şand û got ku ketine kemîne çeteyan, destêpêkê gule li wan hatine berandin, piştre jî ew ber bi cihekî nediyar ve birine.

(a)

ANHA