Çeteyan şêniyek revand û mala koçberekî firot
Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyek revand. Her wiha çeteyekî mala koçberekî efrînî firot.
Çavkaniyên xwecih ên ji bajarê Efrînê ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" şêniyê bi navê Xalid Feyad El Hisên (52) li pêşiya mala wî ya li taxa Eşrefiye revandiye.
Her wiha çeteyekî dewleta Tirk mala koçberê bi navê Ismet Hisên ê ji gundê Cûqê yê Efrînê bi 2 hezar û 200 dolarî firot çeteyekî din ê ji rojavayê Helebê. Mal li nêzî depoya avê ya li taxa Eşrefiyê ye.
Rêxistinên hiqûqî û mirovî destnîşan dikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê, sûc û binpêkirinên xwe li herêmên dagirkirî didomînin.
(şx)