3 kes li Derayê hatin kuştin

3 kes li bajarokekî Derayê di encama teqîna mayinekê de hatin kuştin.

3 kes li Derayê hatin kuştin
13 mijdar, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku li ser rêyeke şaxî ya bajarokê Mehce yê bakurê Derayê mayinek teqiyaye û di encamê de 3 kes hatine kuştin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku "dema erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li nêzî bajarokê Mehce bi rê de bû, mayinek bi erebeyê de teqiyaye û di encamê de 3 endamên Emn El Dewle ya hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.”

(şx)