Çeteyan li gundekî Kobanê komkujî kir

Çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, li gundê Xirab Îşkê yê Kobanê komkujî pêk anî. 2 jê zarok 5 kes şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Çeteyan li gundekî Kobanê komkujî kir
Çeteyan li gundekî Kobanê komkujî kir
Çeteyan li gundekî Kobanê komkujî kir
Çeteyan li gundekî Kobanê komkujî kir
Çeteyan li gundekî Kobanê komkujî kir
26 ÇILE, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî yên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, agirbestê binpê dikin û êrişên xwe li ser gundewarê Kobanê didomînin.

Nûçegihana me ragihand ku çeteyan bi dijwarî êrişî gundê Xirab Îşkê yê Kobanê kirin, komkujiyek pêk anî.  Di encamê de piraniya wan ji malbatekê 2 jê zarok 5 kes şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Navên şehîdan wiha ne: Fatima Osman, Cemîle Ehmed Osman, Sulav Reşo Bozan Kedro, Zarokê bi navê Cafer Mihemed Şêx Bozan û keçek zarok a Mihemed Şêx Bozan.

Şêrîhan Hec Mehmûd, Fatima Hec Mehmûd, Mesûd Şêx Bozan, Nesrîn Mistefa û Mihemed Şêx Bozan birîndar bûn.

Nûçegihana me diyar kir ku hin qurbaniyên din hene, lê nasnameyên wan nehatin zanîn

(b)

ANHA