Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Konferansa 3'yemîn li dar xist û 2 yekitî ava kirin

Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xist. Di konferansê de hevserokatî hat hilbijartin û 2 yekitiyên şaxî hatin avakirin.

Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Konferansa 3'yemîn li dar xist û 2 yekitî ava kirin
Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Konferansa 3'yemîn li dar xist û 2 yekitî ava kirin
Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Konferansa 3'yemîn li dar xist û 2 yekitî ava kirin
Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Konferansa 3'yemîn li dar xist û 2 yekitî ava kirin
Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Konferansa 3'yemîn li dar xist û 2 yekitî ava kirin
17 mijdar, 2025   17:10
REQA

Odeya Bazirganiyê ya kantona Reqayê Konferansa xwe ya 3'yemîn li hola Yekitiya Parêzeran a bajarê Reqayê li dar xist. Di konferansê de nûnerên deste û meclisên aborî û rêveberî, yekitî û pîşesaz û Konfedraliya Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Reqayê amade bûn.

Odeya Bazirganiyê ya Reqayê ji 14 yekitiyên şaxî pêk tê; Yekitiya Sewalan, Yekitiya Berheman, Yekitiya Guherandina Pereyan (Serafîn), Yekitiya Pîşesaziyê, Yekitiya Kelûpelên Avahîsaziyê, Yekitiya Xurekê, Yekitiya Textan, Yekitiya Embarên Dermanan, Yekitiya Bazirganên Erebeyan, Yekitiya Qumaşan, Yekitiya Sûka Hal (sebze) û Yekitiya Mirîşkan.

Di konferansê de şêwirmenda Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger li ser rewşa siyasî ya herêmê axivî û got ku Sûriye li ber werçerxeke hestiyar e û aloziya ku bi deh salan lê qewimiye êdî bûye qada tesfiyekirina hesabên herêmî û navneteweyî.

Zelal diyar kir ku bajarê Reqayê navenda dîrokî ya bazirganiyê ya di navbera rojhilat û rojava de bû û heta niha wiha ye û xaçerêyeke şaristanî û aborî ya girîng li Rojhilata Navîn e. Lê rewşa ewlehî, siyasî û aborî ya xerab bandor li bajêr û şêniyên wî kir û ji hêzan re bû armanc da ku bajêr kontrol bikin."

Zelal destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê di wê baweriyê de ye ku çareserî ji derve nayê, lê belê ji îradeya gelê Sûriyeyê tê. Ew jî bi rêya avakirina sîstema demokratîk û nenavendî ku bikare mafên hemû pêkhateyan misoger bike, yekitiya Sûriyeyê, cih û rola wê ya di Rojhilata Navîn de vegerîne, pêk tê."

Piştre rewşa rêxistinî ji aliyê hevserokê Odeya Bazirganiyê Mehmûd Şueyb ve hat xwendin. Di raporê de sazûmaniya rêxistinî ya odeyê, avakirina sindoqeke alîkariyan, amadekirina kadroyan li ser pransîbên jimaryarî û xebata bazirganî ku li gorî pêşketina dîjîtal û jîriya çêkirî be, zêdekirina hevkariyê bi aliyên têkildar re wekî yên aborî, darayî û gumrikê, hatin diyarkirin.

Beşdaran rêbazên pêşxistina bazirganiyê, pêşgirtiya çalakiyên bazirganî, temsîlkirina berjewendiyên kargeh û bazirganan li pêş aliyên îdarî û beşên dîtir, hêsankirina tedbîrên aborî û pêkanîna geşepêdana aborî ya mayinde, nîqaş kirin.

Dûre rêzikname ji hêla Hêza Hesen ve hat xwendin û guhertinên guncaw li gorî hewcedariyên qonaxê hatin kirin.

Di dawiya konferansê de Yekitiya Elektronîk û Yekitiya Sotemeniyê hatin avakirin, Mihemed Şueyb û Hêza Yûsif wekî hevserokatiya odeyê hatin hilbijartin.

(mh/fr)

ANHA