Di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayan de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin kuştin
15 mijdar, 2024   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

12ˈê Mijdarê saet di 01.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girgê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

13ˈê Mijdarê saet di 14.25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dan ji bo dagirkeriyê rê çêkin. Di çalakiyê de derb li kepçeyekê hate xistin û hewldanên çêkirina rêya dagirkeran hate rawestandin.

14ˈê Mijdarê saet di 09.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirkeran dar dibirîn, bi sekvaniyê li wan hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13.15'an de li hemberî dagirkerên ku dar dibirîn careke din çalakiya sekvaniyê hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin. Di van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

14ˈê Mijdarê saet di 17.05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabû tunelên me yên şer, destwerdan hate kirin û dagirker neçar man xwe vekişînin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

12, 13û 14ˈê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

12 û 13ˈê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Sinînê, Berbizinê, Qele 11 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Reşîd 4 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 4 caran; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêladizê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 19 caran; bi giştî 25 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”