Malbatên 3 şehîdên Bendava Tişrînê: Em bi şehadetê serbilind in

Malbatên 3 şehîdên ji bajarê Kobanê diyar kir ku zarokên wan ji bo parastina av û enerjiya xwe berê xwe da Bendava Tişrînê û got “Bi xwîna şehîdên me bendav bi ser ket.”

11 ÇILE, 2026   02:45
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Berxwedana Bendava Tişrînê mohra xwe li dîrokê xist. Konvoyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8`ê Çileya 2025`an de berê xwe da bendavê, bi berxwedana şervanên QSD û YPJ`ê û bi şerê gel ê şoreşger bi ser ket. Têkildarî mijarê meta şehîd Edhem Elî, Emîna Hec Wês û dayika şehîd Hêza Mihemed, Zelîxa Mihemed Ebêd, her wiha bavê şehîd Ronîza Mihemed ji ANHA`yê re axivîn.

Emîna Hec Wês diyar kir ku dema Edhem xwest biçe bendava Tişrînê ji bo parastina av û enerjiya xwe, Hêza jî xwest pê re biçe bendavê û wiha got: "Edhem dema ku biryar da ku biçe bendava Tişrînê lê hevjîna wî jî jê re got ez ê kêlî bi kêlî bi te re bim. Edhem û Hêza keça xwe ya bi temenê 9 mehan li cem xwişka Edhem hişt û Hêza ji meta Edhem re got qîmeta keça min zanibin. Edhem û Hêza bi hev re li ser daxwaza ji bo parastina bandavê berê xwe dan Tişrînê."

‘ŞEHADEYA EDHEM Û HÊZAYÊ LI CÎHANÊ DENG VEDA`

Emîne bal kişan ser hovitiya dewleta Tirk a dagirk û got dewleta Tirk a dagirker ji hêza sivîlan ditirsiya, lewma ew hedef digirtin. Lê ew çi bike bila bike gel xwedî axa xwe derdikevin û bi xwîna Şehîd Edhem Elî û Hêza Mihemed û Ronîza Mihemed hemû Şehîdên azadiyê bendava Tişrînê bi ser ket û dijmin têk çû.

`KEŞA MIN XWEDÎ HÊZ, CESARET Û NETIRS BÛ`

Dayika şehîd Hêza Mihemed, Zelîxa Mihemed Ebêd diyar kir ku keça wê Hêza û hejvînê xwe ji bo parastina bendava xwe berê xwe da Bendava Tişrînê û got: “Keça min Hêzaya min a wehîd, her tim xwedî hêz û cesaret bû, her tim li hemberî tiştên şaş derdiket û rastî dida nîşandan. Hêza bi rastî hêza bû, bi sekn û cesareta xwe dihat naskirin. Hêza û Edhem çeka xwe ya bi temenê 9 mehî li pey xwe hiştin û ji bo parastina bendavê berê xwe dan wir û şehîd bûbûn. Lê şehadeta wan a her biêş ku Edhem û hêza keça xwe ya biçûk li pey xwe hiştin û ji bo parastina av û enerjiya xwe berê xwe da bendavê û şehîd bûn. Çîroka wan bi tîpên zêrîn li ser pelên dîrokê hat nivîsandin."

‘WÊ KÎNA MIN LI HEMBER DIJMIN XURT BE`

Zelîxayê da zanîn ku ew ê tola keça xwe ji dijmin hilîne û wiha got: "Hêza û Edhem ji bo parastina axa xwe berê xwe da Bendava Tişrînê. Em ê jî tola wan ji dijmin hilînin û tu carî xwîna wan li erdê nehêlin, ji ber ku keça biçûk Talaya ku ne xwişk û ne jî bira, Tala sêwî hiştin."

`MIN NIZANIBÛ KU EREBEYA KEÇA MIN BÛ`

Her wiha bavê şehîd Ronîza Mihemed, Mistefa Fethî Mihemed jî anî ziman ku dema li bendava Tişrînê şer dijwar bû, nobedaran jî ji bo parastina ax û enerjiyan xwe nobat li bendavê digirtin, wan xwest ji şervanan re xwarinê çêbikin û wiha got: "Me xwarin ji şervanan re çêkir, dema ku konvoya duyemîn bi rêket me xwarin ji şervanên re bir û em çûn. Hêza, Edhem, Ronîza di erebeya xwe bûn çûn bendavê. Dema ku em gihiştin bendavê me xwarin ji şervanan re bir, dema ku em vegerin bendavê, min dît ku dewleta Tirk bi balafirên xwe li bendavê xistiye, lê min nizanîbû ku li erebeya keça min bû."

Mistefa Fethî Mihemed got dewleta Tirk bi hemû awayî dixwest êriş bike, da ku gel bitirse, lê tu carî gel ji êriş û balafirên wî nedirsiya û wiha got: "Em xwedî hêz bûn û me bi hêza xwe bendava xwe bi ser xist. Em bi bi şehadetan serbilindin û em ê her bimînin serbilin. Em soz didin Şehîdan ku em ê xwedî li mîrasan wan derkevin û xewn û xeyalên wan pêk bînin û dijmin têk bibin."

ANHA