Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da

Di daxuyaniya Kongra Star de hat diyarkirin ku biryarên Wezareta Perwerdeyê yên li dijî zimanê kurdî û êrişên li ser nirxên gel, bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da
Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da
Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da
Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da
Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da
Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da
Kongra Star li Hesekê daxuyaniyek da
14 îlon, 2026   13:14
HESEKÊ

Kongra Star li bajarê Hesekê li ser rewşa dawî, biryara Wezareta Perwerdeyê ya li dijî ziman û perwerdeyê, qetilkirina endamê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî û bûyerên Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber Navenda Kongra Star a bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan rêveber û endamên sazî û rêxistinên jinan hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Zêrîn Hesaf ve bi kurdî û ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Amanî El Xerbî ve jî bi erebî hat xwendin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku di van pêvajoyên lezgîn ên li herêmê de û di demekê de ku biryar û polîtîkayên ku mafên gelê Kurd dikin bin bandorê tên derxistin, divê ev biryar tenê wek pêngavên îdarî yan perwerdeyê neyên nirxandin. Hat diyarkirin ku ev biryar divê di çarçoveya rewşa siyasî ya giştî ya li herêmê de bên dîtin.

Li gorî daxuyaniyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê ziman û perwerdeyê de rasterast mafekî bingehîn ê gelê Kurd dike bin bandorê. Kongra Star destnîşan kir ku biryarên der barê zimanê kurdî û perwerdeyê de, li gel bûyerên xwînî yên li herêmê, bi taybetî qetilkirina Sîpan Hiznî û bûyerên Kobanê, fikarên cidî derdixin holê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev rewş fikarên hebûna siyasetekê zêde dike ku armanca wê guhertina rojeva gelê Kurd, binpêkirina mafên wî yên neteweyî û çandî û ferzkirina rewşeke nû li ser gelên herêmê ye. Her wiha hate tekezkirin ku armancgirtina zimanê dayikê ne tenê armancgirtina zimanekî ye, her wiha armancgirtina nasname, dîrok û mafê nifşên pêşerojê ye ku ziman û çanda xwe nas bikin.

Di daxuyaniyê de hate ziman ku gelê Kurd ê ku bedelên giran dane û bi hezaran şehîd dane ji bo parastina hebûn û mafên xwe, qebûl nake ku zarokên wî ji mafê xwezayî yê perwerdeya bi zimanê dayikê bê par bên hiştin. Kongra Star derketina xwendekar, dê û bav û gelê Kurd a ji bo qad û kolanan, wekî îfadeyeke rewa û aştiyane ya redkirina van polîtîkayan û parastina mafên wan nirxand. Kongra Star destnîşan kir ku ev bertek peyameke zelal e ku zimanê Kurdî ne mijarek e ku dikare bibe mijara muzakere û danûstandinê.

Kongra Star her wiha li ser bûyerên xwînî û binpêkirinên li herêmê rawestiya û tekez kir ku xwîna şehîdan û binpêkirinên ku qewimîne nikare bêyî dadwerî û edalet bê derbaskirin. Saziyê daxwaz kir ku li ser hemû babet, kuştin û binpêkirinan lêkolînên qanûnî, serbixwe û zelal bên vekirin, rastî li ber çavên raya giştî bê derxistin û hemû kesên ku sûc kiriye, ferman daye, teşwîq kiriye an jî di kirina sûcan de beşdar bûne, bêyî cudakariyê û bêyî îstîsnayê bên darizandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku nayê pejirandin ku aştî û aramî li ser xwîna qurbaniyan bê avakirin û li ser rewşa bêcezamayîna sûcdaran lihevhatina rastîn bê avakirin.

Kongra Star xwest hikumeta Şamê berpirsyariya xwe bi cih bîne, mafên hemû pêkhateyan biparêze û pirzimanî û pirçandîbûna herêmê nas bike. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin, binpêkirinên li dijî sivîlan bişopînin û ji bo parastina mafên gelan û hesabpirsî ji sûcdaran re bixebitin.

Di dawiyê de, Kongra Star ragihand ku parastina zimanê kurdî parastina mafekî bingehîn ê gelê Kurd e û her hewildana ferzkirina rewşeke nû li ser hesabê nasname û mafên gelê Kurd dê bi bertekeke gelêrî û aştiyane hate redkirin.

Daxuyanî bi dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.