CENTCOM: Li dijî keştiyên bazirganiyê li başûrê Deryaya Sor 4 êriş pêk hatin

CENTCOM’ê ragihand ku Hûsiyan li başûrê Deryaya Sor 4 caran êrişî 3 keştiyên bazirganiyê kiriye.

CENTCOM: Li dijî keştiyên bazirganiyê li başûrê Deryaya Sor 4 êriş pêk hatin
4 kanûn, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku li dijî 3 keştiyên bazirganiyê li başûrê Deryaya Sor 4 êriş pêk hatine. Fermandariyê îro li ser hesabê xwe yê X’ê da zanîn ku keştiya şer Carney bi hawara keştiyên bazirganiyê de çûye û alîkariya wan kiriye.

Fermandariyê da zanîn ku keştiya şer Carney, balafira bêmirov a ku ji herêmên Hûsiyan li Yemenê ber bi Carney ve hatiye avêtin, xistiye xwarê.

CENTCOM’ê wiha da zanîn: “Ev êriş li dijî bazirganiya navneteweyî û ewlehiya deryayî gef in. Bi nêrîna me Îran li paş wan êrişan e ku Hûsî wan pêk tînin. Amerîka bi hevalbendên xwe dişêwire ji bo ku bersiva guncaw bide.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hûsî ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, bi balafir û moşekan êrişan pêk tînin û di wan êrişan de Îsraîlê dikin hedef.

Hûsiyan bi daxuyaniyekê gotibû wan li dijî 2 keştiyên Îsraîlê yên li Bab El Mendeb êriş pêk aniye ku keştiya yekemîn bi moşekeke deryayî û keştiya duyemîn bi balafireke bêmirov kirine hedef.

(şx)