Cenazeyên şehîdên êrişa li Silêmaniyê hatin veşartin

Şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li sînorê bajarokê Dukan ê Silêmaniyê, îro bi merasîmek girseyî li cih û warê wan Hacî Awa spartin xakê.

Cenazeyên şehîdên êrişa li Silêmaniyê hatin veşartin
5 îlon, 2024   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (4’ê Tebaxê) dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û biçek, li ser rêya Xelekan Kanî Wetman ya dikeve sînorê navçeya Dukan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê wesayîteke welatiyan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Muzefer Hisên li gel du kurên xwe Mihemed Muzefer û Mubîn Muzefer ku xelkê bajarokê Hacî Awa bûn şehîd bûn.

Muzefer Hisên li gel her du kurên xwe îro bi merasîmekê girseyî li Goristana Makok a li bajarokê Hacî Awa ya ser bi îdareya Raperîn ve hatin veşartin. Di merasîmê de bi sedan azadîxwaz, kesûkar û hevrêyên şehîdan, welatparêz û xelkê herêmê amade bûn.

Li ser navê malbata hersê şehîdan Awat Hisên axivî û got: "Ev êriş sûcek li dijî tevahî nirxên mirovî û exlaqê civakê ye. Tu sebeb ji vê êrişê re tune ye. Bêdengiya li hemberî van sûcan tevkariya bi dagirkeran re ye. Ji her kes rîca dikim ku li hemberî van sûcên qirêj helwesteke dijwar bikin. Bêdeng û paşguhkirina van sûcan nabe, ji ber ku bêdengî karest û sûcan zêdetir dikin."

Awat Hesen bang li aliyên têkildarî û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku erkên xwe li beramberî welatiyên xwe bi cih bînin, li dijî êrişan tedbîrên pêwîst bigirin û van şehîdan wekî şehîdên Kurdistanê qebûl bikin.