Li Derayê êriş: 3 kuştî

Çekdarên nenas li Derayê êrişî wesayîteke leşkerî ya şaxê "Ewlehiya Siyasî" yê hikumeta Şamê kir û di encamê de 3 endamên wê hatin kuştin.

Li Derayê êriş: 3 kuştî
5 îlon, 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas li ser rêya di navbera bajarokê Seyda û Neîma ya li rojhilatê Derayê de wesayîteke leşkerî ya şaxê "Ewlehiya Siyasî" yê hikumeta Şamê kir hedef û di encamê de 3 endamên wê hatin kuştin.

Duh çekdarên nenas bi bomeyekê êrişî wesayîta qeymeqamê Derayê kiribû û di encamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên bi qeymeqam re hatibûn kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka salê ve li herêmê 267 kes bi rê û rêbazên cuda hatine kuştin û piraniya wan endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

(şx)