Li Îranê muzîkjeneke navdar hate kuştin

Li bajarê Reşt ê Îranê li dijî akademîsyen û muzîkjena îranî ya Zanîngeha Tehranê Yasmîn Rahmetî êrişeke çekdarî çêbû. Di encamê de Yasmîn Rahmetî û destgirtiyê wê hatin kuştin.

Li Îranê muzîkjeneke navdar hate kuştin
5 îlon, 2024   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku akademîsyen û muzîkjena navdar û mamosteya santûrê ya Zanîngeha Tehranê Yasmîn Rahmetî û destgirtiyê wê, li pêşiya mala wê ya li bajarê Reşt ê li bakurê Îranê, di êrişeke çekdarî de hatine kuştin.

Yasmîn Rahmetî muzîkjeneke navdar bû. Sala 1986`an li bajarê Arak ê Îranê ji dayik bûye.

Yasmînê gelek albumên muzîkê derxistine. Her wiha berhemeke xwe diyarî Kiyan Pîrfelek kir ku di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" de hatiye kuştin.

(şx)