Ji destpêka êrişên li Siwêdayê ve hezar û 517 kes hatine kuştin

Ji ber êrişên li dijî parêzgeha Siwêdayê ku 13’ê Tîrmehê dest pê kirin, hezar û 517 kes hatine kuştin. Ji wan 300 kes bi zanebûn hatine înfazkirin.

Ji destpêka êrişên li Siwêdayê ve hezar û 517 kes hatine kuştin
4 tebax, 2025   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di êrişên li dijî Siwêdayê de 300 kesên sivîl bi zanebûn hatine înfazkirin û bi giştî hezar û 517 hatine kuştin. 

Li gorî rapora navendê;

21 zarok, 56 jin, 146 sivîl, bi giştî 720 niştecihên Siwêdayê hatine kuştin.

40 çekdarên eşiran û çekdarekî ji Lubnanê, bi giştî 474 endamên Wezareta Parastinê û Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz ên Sûriyeyê hatine kuştin.

15 endamên wezaretên parastinê û hundir ên hikumeta veguhêz di êrişên balafirên Îsraîlê de hatine kuştin.

Jinek û 2 kesên nenas di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê ya li Şamê de hatine kuştin.

2 rojnamevan hatin kuştin.

17 jin, 10 zarok û kalepîrek bi guleyên çekdarên Wezaretên Parastin û Hundir ên Sûriyê hatin înfazkirin.

(dc)