Hêzên Ewlekariya Hundirîn miqdarek cebilxane desteser kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser sînorê îdarî yê Tebqayê miqdareke cebilxane desteser kir û kesê ku cebilxane pê re hatin dîtin jî binçav kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn miqdarek cebilxane desteser kir
9 adar, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de ev agahî parve kirin:

"Roja Çarşemê (5 Adar) hêzên me yên li dijî tawanan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li sînorê îdarî yê bajarê Tebqayê, dema kontrolkirina wesayîtekê hejmarke cebilxane desteser kirin.

Hêzên Li Dijî Tawanan diyar kir ku dema kontrola wesayîtê, 20 hezar û 400 fîşekên kalaşînkovê di sendoqan de hatin dîtin. Piştî ku cebilxane hat desteserkirin, ajokar yekser hat binçavkirin. Ji bo agahiyên zêdetir der barê bûyerê de werin bidestxitin, lêkolîn dest pê kir.

Piştî temamkirina lêkolînên destpêkê, ajokar veguhestin Serdozgeriya Giştî.

Hêzên me pabendbûna xwe ya berdewam a têkoşîna li dijî qaçaxçiya çek û cebilxaneyan û dabînkirina ewlekarî û aramiya herêmê bi xurtkirina prosedurên teftîş û çavdêriyê tekez dikin."

(bb)