Cenazeyê şervanê Komandos li Kobanê spartin axê

Cenazeyê şervanê Komandos Dilovan Şêran ku 30 Mijdarê şehîd bibû, bi merasîmekê spartin axê.

3 kanûn, 2024   17:06
KOBANÊ

 Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Dilovan Şêran (Hesen Mihemed Gulî) ku 30`ê Mijdara 2024`an di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Helebê şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li Kobanê spartin axê.

Di merasîma oxirkirinê de malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelek welatî amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê Berdevka Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û sersaxî ji malbata şehîd û gel re xwest.

Eyşe Efendî diyar kir ku ew bi berxwedana şehîdan gihîştine vê astê û got: "Gelê Kurd bi saya raman û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna şehîdan xwe nas û birêxistin kir, bi salan e li ber xwe dide. Wê tu carî gav bi paş ve ne avêje. Divê em tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Îsmaîl jî destnîşan kir ku şehîd Dilovan li hemberî dijmin têkoşînek mezin meşandiye û wiha dom kir: "Şehîd Dilovan bi hêz û vîna xwe li hember dijminê hov têkoşîn kir. Li ser gelê Kurd êrişek mezin tê kirin, lê bi saya têkoşîna mezin planên dijmin têk diçin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin."

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî jî, li ser navê malbata şehîdan axivî û got: "Şehîd Dilovan ji bo parastina gelê me yê Kurd li Helebê bi Qehremanî û fedekarî li kêlek hevalên xwe têkoşîn kir û li berxwe da. Ew hêz û baweriya me ne, em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pişt hêza xwe bin. Em ê xeta şehîdên xwe heta dawiyê bişopînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Dilovan Şêran hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Dîlovan di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmeya, "Şehîdan namrin" spastin axê.

(sş/a)

ANHA