Cenazeyê Hesen Nesrallah wê 23’ê Sibatê were definkirin

Hizbullah ragihand ku cenazeyê Hesen Nesrellah dê 23’yê Sibatê were definkirin.

Cenazeyê Hesen Nesrallah wê 23’ê Sibatê were definkirin
3 sibat, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîderê Hizbullah Neîm Qasim ragihand ku  cenzeyê lîderê berê yê Hizbullahê Hesen Nesrellah wê 23’ê Sibatê were definkirin

Neîm Qasim destnîşan kir ku " Nesrellah di rewşeke zehmet de şehîd bû, lew ra ew neçar mabûn ku cenazeyê wî li gorî pîvanên olî bi awayekî veşartî û demkî veşêrin."

Qasim diyar kir ku wan niha biryar da ji bo Hesen Nesrellah û berpirsê din ê Hizbullah Haşim Sefyedîn  mersîmeke girseyî ya bi heyet çêbikin.

Her wiha îşaret pêk kir "Sefyedîn wekî xelîfeyê Nesrellah hatibû hilbijartin, lê beriya ku wekî lîderê Hizbullah were ragihandin hat kuştin, lew ra wê wekî lîder bê definkirn."

Hesen Hesrellah 27’ê Îlona 2024’an li taxa Hirêk a li başûrê Beyrûtê di êrişa Îsraîlê de hatibû kuştin. Piştî hefteyekî berpirsê Hizbullahê Haşim Sefyedîn jî di êrişa Îsraîlê de hat kuştin.

(bb)