QSD: 2 çete hatin kuştin, 6 birîndar bûn, 2 dron hatin xistin

QSD’ê ragihand ku di çalakiyên duh de bi kêmanî 2 çete hatin kuştin, 6 çete birîndar bûn û 2 dronên xwekujî hatin xistin.

QSD: 2 çete hatin kuştin, 6 birîndar bûn, 2 dron hatin xistin
3 sibat, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh (2 Sibat) a şer û çalakiyên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Şervanên me, duh li eniya Pira Qereqozaqê bi çalakiyên bibandor bersiva êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Şervanên me di çarçoveya çalakiyan de li baregehên dagirkeran û kombûnên çeteyan xistin. Hejmara windahiyên wan nehat zanîn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hin gundên derdora Pira Qereqozaqê û başûrê Kobanê bombebaran kirin û gundên Xeseq, Melha, Tîna û balafirgeha Sirînê kirin hedef. Di encama bombebaranê de zerarên madî çêbûn. Hevdemî bombebaranê, gundên Tîne, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, girên Sivê û Qereqozaqê ketober bi obîsên giran, moşek û tankan hatin topbarankirin.

Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek bê navber derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin û gundên derdora bendavê û yên başûrê rojhilatê Minbicê bi obîsan topbaran kirin. Şervanên me ku bersiva êrişên dagirker û çeteyên wê dan, bi çalakiyên bi bandor li kombûnên çeteyên ên li gundên bakurê bendavê dan. Di encama çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn.

Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî û nuqteyeke çeteyan xistin. Bi qasî hatî tesbîtkirin 2 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir. Şervanên me jî du dronên xwekujî ya çeteyan xistin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirekr gundê Şiyûxa Jorîn ê rojavayê Kobanê û şîrketa avê bombebaran kirin. Di encamê de zerarên madî li şîrketê bûn. Di dirêjahiya duh de tevgera balafirên şer û yên bê mirov li ser herêmê nesekinî."

(bb)

ANHA