Dewleta Tirk stasyona ava vexwarinê dide Kobanê wêran kir

Di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de, stasyona li gundê Şiyûxa Jorîn ku av dide bajarê Kobanê û gundewarê wê, bi temamî ji kar derket.

Dewleta Tirk stasyona ava vexwarinê dide Kobanê wêran kir
3 sibat, 2025   12:43
KOBANÊ

Duh şevê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Şiyûxa Jorîn stasyona ava vexwarinê dide bajarê Kobanê û gundewarê wê, bombebaran kir. Di encamê de stasyon bi temamî ji kar kerket.

Dîmenên ku nûçegihanên me kişandine wêraniya li avahiya stastyonê bûye nîşan dide.

(k)

ANHA