Belgefîlma Jinwar sibe tê pêşandan

Belgefîlma Jînwar ku li ser gundê Jinwar ên jinan hatiye çêkirin, wê sibe li Qamişlo were pêşandan.

Belgefîlma Jinwar sibe tê pêşandan
5 gulan 2024   09:46
QAMIŞLO

Gundê Jinwar ku 25’ê Mijdara 2018’an di nava sînorê bajarê Dirbêsiyê de hat avakirin, bû mijara belgefîlm. 

Komîna Fîlm a Rojava li ser jiyana li gund, kar û xebatên wan û hwd. belgefîlm çêkir. Belgefîlma bi navê Jinwar ku cih dide nêrînên şêniyên gund jî, cara yekem li gund hatibû pêşandan.

Belgefîlm wê sibe (6 Gulan 2024) jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo saet di 17.00’an de were pêşandan.

Belgefîlm wê pişt re jî li bajarên din ên herêmê were pêşandan.

(bm/a)

ANHA