‘Çareseriya pirsgirêkên heyî bi azadiya Rêber Apo dibe’

Ciwan û dayikan diyar kir ku şervanên QSD`ê û YPJ`ê li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî didin meşandin û got çareseriya pirsgirêkên di Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibe.

‘Çareseriya pirsgirêkên heyî bi azadiya Rêber Apo dibe’
28 ÇILE, 2025   02:30
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Ciwan û dayikên ji kantona Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û sivîlan, her wiha berxwedana şervanên QSD`ê û YPJ`ê û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Nûrcan Îbrahîm çend rojan li bendava Tişrînê maye û diyar kir ku dema ku li Tişrînê berxwedaneke dîrokî heye û got: “Li berndava Tişrînê berxwedana şervanên me li hember êrişîn dagirkeriya Tirkiryê didin meşandin. Deweleta Tirk bi hemû planên xwe yên qirêj li ber gel didin meşadin. Lê ruxmî hemû êrişên dagirkeriyê berxwedana şervanê me li bendava berxwedanê destan û dîrokê bi têkoşîna xwe dinivisînin.”

Nûrcan anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku têkoşîn û berxwedana gel xurttir bibe û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em bi hêza kirin û hişt ku em bibin xwedî hêz ji bo ku em li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo aza bê berdan, ji ber ku em dikare aloziya di Rojhilata Navîn de çareser bike. Bi misogeriya Rêbertî wê hemû êriş têk biçin û aramî li Cîhanê pêk were. Azadiya Rêbertî azadiya Cîhanê ye.”

Wehîde Silêman anî ziman ku çareseriya pirsgirêkan dê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan be û axaftina xwe wiha domand: “Ev êrişên ku li ser gelê me tên meşandin, êrişên hovane ye, her kes ji vê yekê re xwe bêdeng kiriye. Lê şervanên xwe bi hemû hêza xwe êrişên dagirkeriya Tirkiyê têk dibin, dijmin nikare li hember hêza şervanên me serî hildin. Dewleta Tirk hovitiya xwe êrişî sivîlan dike, ma ka saziyên mafên mirovan, her kesî xwe ji vê yekê re lal kiriye. Çereseriya van êrişên û pirsgirêka aloziya wê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan miroger bibe. Divê Rêber Apo bi azad were berdan, pêwîstiya tevahî dinyayê bi azadiya Rêber Apo heye.”

Şemsê Ehmed da zanîn ku ew ê her tim li pişt şervanên xwe bin û got: “Şervanên me li hember êrişên dagirkeriyê li bendavê berxwedaneke dîrokî didin meşadin. Dewleta Tirk êdî ber bi dawiyê ve diçe, divê Rêber Apo bi azadî berdin. Çawa ku em li raman û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin em heta ku Rêberê Apo azad bibe em ê li ber xwe bikin û têkoşîn bikin. Em ê bi berxwedana xwe azadiya Rêbertî misoger bikin.”

Şemsê diyar kir ku divê Rêber Abdullalh Ocalan bê berdan û got: “Rêber Apo dikare tavahî aloziyên di Rojhilata Navîn de çareser bike.”

ANHA