ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-1-2025
28 ÇILE, 2025   02:00

Ciwan û dayikan diyar kir ku şervanên QSD`ê û YPJ`ê li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî didin meşandin û got çareseriya pirsgirêkên di Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mazlum Ebdî diyar kir ku di navbera wan û rêveberiya HTŞ’ê de di xetên bingehîn de tu cudahî nîn in, wan lihev kiriye ku ji bo Suriyeyê tenê artêşek hebe û QSD beşek ji wê be. Ebdî got ku ew hemfikir in ku divê rewşa Sûriyeyê bi diyalogê were çareserkirin û rê li ber kesên hewl didin nakokiyan belav bikin bê girtin. Ebdî anî ziman ku ew niha kar dikin ka dê çawa beşdarî kongreya diyaloga niştimanî yan jî hikûmeta veguhêz bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi berdewamkirina bombebarana balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bendava Tişrînê re, tirsa hilweşandina bendavê zêde dibe. Ev yek dê bibe sedema qutbûna elektrîk û avê li ser sed hezaran şêniyên herêmê, ji bilî metirsiya lehiyê li gund û bajarên li ser her du peravên çemê Firatê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê yên ku li kantona Tebqayê bi cih bûne, komîn û saziyan ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber kêmbûna baranê û bilindbûna buhayên êmê sewalan, xwediyên sewalan bi fikar in. Sewalkaran ji saziyên pêwendîdar xwestin ku ji bo rewşa aborî û civakî xirab nebe, piştgiriyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Şaredariyên Gel a Kantona Reqayê li stasyona avê ya li Sûq El Hal 2 bîran dikole. Her du bîr di saetekê dê 4 hezar metrekab avê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birak ên kantona Cizîrê ji bo parastina bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê û tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê dikevin, (09:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî li hola navenda çandê ya bajêr civîneke girse li dar dixe, (11:00). (BI WÊNE Û DÎMEN)