Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin

Ji ber kêmbûna baranê û bilindbûna buhayên êmê sewalan, xwediyên sewalan bi fikar in. Sewalkaran ji saziyên pêwendîdar xwestin ku ji bo rewşa aborî û civakî xirab nebe, piştgiriyê bikin.

Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên sewalan banga piştgiriyê dikin
28 ÇILE, 2025   08:05
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Ji ber kêmbûna baranê, barê sewalkarên li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê girantir bû, ji ber ku çêre kêm bûye û sewalkar nikarin êmên sewalên xwe peyda bikin ku ew jî buha bûne.

Îsal ji ber kêmbûna baranê çêre kêm e, ev rewş barê sewalkarên li herêmê girantir dike.

Yek ji gazincên herî zêde yên sewalkarên li Til Birakê bihabûna êm e. Tona kayê bûye milyonek û nîv lîreyê Sûriyeyê, her wiha toneke ceh jî gihaşt 3 milyon û nîv lîre. Sewalkar jî nikarin bi van buhayan êm bikirin.

Der barê mijarê de Ebdelea El Elî ku sewalkariyê dike, destnîşan kir ku rewşa îsal ji ya sala par gelekî dijwartir e û ji rayedarên pêwendîdar xwest ku êmê sewalan bi buhayên guncaw peyda bikin.

El Elî got: 20 serî pezê min heye û her meh pêdiviya min bi tonek û nîv êm heye, ji ber buhabûna êm, îsal peydakirina êm gelekî zehmet bûye. "

Wedha El Elî jî êş û azarên xwe yên mezin ji bo peydakirina êmê pezê xwe anî ziman û wiha got: "50 serî pezê min heye û her meh bi qasî 5 ton êm ji min re lazim e ku pezê xwe pê xwedî bikim. "

Naîma El Hesen jî sewalkaryê dike, diyar kir ku salên berê wan sewalên xwe derdixistin çêreyê, her wiha êm jî peyda dibû, lê îsal neçar man ku êm biha bikirin. Naîmayê got: "Eger rewş wiha berdewam bike, ez neçarim nîvê pezê xwe bifiroşim da ku nîvê mayî xwedî bikim. "

Sewalkarên li Til Birakê bang li saziyên pêwendîdar kir ku ji bo derbaskirina vê kêşeyê piştgiriya sewalkaran bikin û êm bi buhayên guncaw peyda bikin da ku karê sewalkariyê li herêmê berdewam bike, ji ber ku piraniya şêniyên herêmê bi sewalkariyê debara jiyana xwe dikin. Sewalkaran diyar kir ku nebûna piştgiriyê di vê demê de, dê rewşa wan xerab bike û jiyana wan tengav bike û sewalkariya li herêmê têk bibe.

(k)

ANHA