Li 3 bajarên kantona Cizîrê çalakiyên bibîranîna şehîd Bêrîtan

Li bajarên Hesekê, Hol û Til Birakê yên kantona Cizîrê, ji bo bibîranîna şehîd Bêrîtan di salvegera wê ya 33ˊyemîn de rêzeçalakiyên girseyî û panel ji hêla TEV-DEMˊê û Kongra Star ve hatin lidarxistin.

22 cotmeh, 2025   17:28
HESEKÊ

Bi armanca bibîranîna têkoşer, şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û beşdariya wê di xurtkirina fikra jina azad û damezrandina yekemîn artêşa jinên azad de, Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê û Kongra Star li bajarên Holê û Til Birakê, yên kantona Cizîrê rêzeçalakî organîzekirin. 

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê, Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê li navenda xwe, bi amadebûna endamên tevgerê û rêxistinên wê yên şaxî semînerek da.

Destpêkê sînevîzyonek li ser têkoşîn û rêwîtiya şehîd Bêrîtan hat pêşkêşkirin.

Dûre endama rêveber a Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê Cîhan Ebdo bi hûrgilî li ser jiyana şehîd Bêrîtan axivî û bi bîr xistin ku Şehîd Bêrîtan di 1971ˊê de li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Cîhan anî ziman ku "Şehîd Bêrîtan ji jinên destpêkê yên ku li dijî fikra zordarî û koletiyê sekiniye. Şehîd Bêrîtan xwedî ji jiyanê hez dikir û bi coş bû. Bi berxwedana xwe zemînek xurt ji bo damezrandina yekemîn artêşa jinên azad re ava kir û mîrateyek psîkolojîk hişt ku rûpelên dîrokê bi serbilindî û rûmet şahidiya wê dikin."

HOL

Girêdayî heman mijarê, Kongra Star a bajarê Holê civînek girseyî li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a civînan li dar xist. Di civînê de bi dehan xelkê bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Destpêka civînê nivîsa li ser jiyana şehîd ji hêla endama Kongra Star Hîbe El Hisên ve hat xwendin.

Civîn bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser jiyana şehîd bi dawî bû.

TIL BIRAK

Kongra Star a bajarê Til Birakê li hola Meclisa bajêr bi amadebûn dehan jinan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî civîneke girseyî li dar xist.

Di cînê de endama Kongra Star a bajêr Ezraa El Hisên li ser jiyana şehîd Bêrîtan axivî, têkoşîn û fedakariyên wê bi bîr xistin û girîngî da rola wê ya parastina jinan û aktîfkirina rola wê di civakan de.

Civîn bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser jiyana şehîd bi dawî bû.

Di dawiyê de "Helawe" ya ku şehîd Bêrîtan jê hez dikir li beşdaran hat belavkirin û diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat bilindkirin.

(fr)

ANHA