Li Minbicê şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn

Şêniyên kantona Minbicê şehîdên kantonê yên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, bi pêxistina mûman bi bîr anîn.

5 mijdar 2024   21:10
MINBIC

Şêniyên kantona Minbicê li goristana şehîdan a bajêr, bi merasîmekê şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Di merasîmê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser a kantonê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şervanên Cebhet El Ekrad, rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyan, Rebî El Hemade destnîşan kir ku şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya têkoşîna xwe û parastina destkeftiyên şehîdan, her roj şehîdên xwe bi bîr tînin.

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Ruweyde Hinêzel destnîşan kir ku şehîdan rêya azadiyê bi xwînê û fedakariyê xêz kir.

Cîgira hevseroketiya Desteya Dozgeriya Giştî ya kantonê Bêrîvan Gulexeyrî fedakariya şehîdan û rola wan di pêkanîna îstîqrarî û parastina xaka welêt de, bi bîr anî.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(mh/fr)

ANHA