Çarçoveya Hemahengî hişyarî da YNK û PDK

Çarçoveya Hemahengî hişyarî da YNK û PDK ku ger ew li ser namzetekî hevpar ji bo serokatiyê li hev nekin, wê ferman bidin parlamenteran ku dengê xwe bidin namzetekî ji bo vê postê.

Çarçoveya Hemahengî hişyarî da YNK û PDK
5 sibat, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev Çarçoveya Hemahengî têkildarî hilbijartina postê serokkomariya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

 Diyar kir ku li Ofîsa Serokê Tevgera Hikme Emar Hekîm civînek hatiye lidarxistin û daxwaz ji YNK û PDK’ê hate kirin ku li ser postê serokkomariyê lihev bikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku divê her du partî giringiyê bidin pêşniyarên ku şandeya Çarçoveya Hemahengiyê di serdana xwe ya dawî ya Herêma Kurdistanê de pêşkêş kirine ku di lihevkirin û bidawîanîna krîzê de rolek bilîzin.

Çarçoveyê tekezî li ser giringiya demê destnîşankirinê li gorî destûrê kir û wiha ragihand: “Ger ew li ser namzetekî hevpar ji bo serokatiyê li hev nekin, emê ferman bidin parlamenteran ku dengê xwe bidin namzetekî ji bo vê postê. Ji ber ku têkçûna berdewam a saziyên dewletê li gorî pîvana pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li hundir û derveyî welêt nîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye 2’yê Sibatê şandeya Çarçoveya Hemahengî bi serokatiya serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Hewlêrê kir li gel serokê PDK’ê civiya û têkildarî hilbijartina serokkomarê Iraqê giftûgo kirin. Piştre şandeya Çarçoveya Hemahengî bi heman armancê serdana Silêmaniyê jî kir û li gel YNK’ê civiya. Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Nesir Eqîl Rudyanî ragihand ku Çarçoveya Hemahengî 48 saet dem daye PDK’ê û YNK’ê daku nakokiyên xwe yên li ser peywira serokkomartiyê çareser bikin. Lê heta niha her du partiyan li ser namzetek hevbeş lihev nekirine.