Îsraîlê li Quneytîrayê girte ser malan û zarokek girt

Hêzên Îsraîlê li gundê Riwêhîna yê Quneytîrayê girte ser malan û û zarokekî 16 salî girt. Şivanek ku berê li nêzî girê Ehmer ê rojava hatibû girtin, hat berdan.

Îsraîlê li Quneytîrayê girte ser malan û zarokek girt
5 sibat, 2026   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê ket gundê Riwêhîna yê Quneytîrayê û gelek mal kontrol kirin. 

Hate diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di serdegirtinê de zarokekî 16 salî girt. Sedema girtina wî zarokî jî diyar nekirin.

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê şivanek ku berê li nêzî girê Ehmer ê rojava girtibû, berda.

SOHR’ê diyar kir ku hêzên Îsraîlê beriya serbestberdana şivan çalakiyên xwe bi awayekî demkî sekinand. Sedemên girtina şivan û tawanên li dijî wî aşkera nekir.

(b)