DYA û Brîtanyayê cihên Hûsiyan bombebaran kirin

DYA û Brîtanyayê duh bi şev li Yemenê cihên Hûsiyan bombebaran kirin.

DYA û Brîtanyayê cihên Hûsiyan bombebaran kirin
4 sibat, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, duh bi şev Amerîka û Brîtanyayê bi balafirên şer li Yemenê cihên Husiyan bombebaran kirine.

Li gorî heman daxuyaniyê li 13 herêman bi giştî 36 depoyên çekan û sîstemên mûşekan yên Husiyan hatine bombebarankirin.

Derbarê ziyanan de agahî nehatin parvekirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku 6 mûşekên dijî keştiyan ên Hûsiyan ên ji bo ku bavêjin Deryaya Sor hatibûn amadekirin, hatin îmhakirin.