Çalakvanên koçber: Şertên vegera ewle nehatine pêkanîn

Çalakvanên koçber ên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî banga pêkanîna peymana 10'ê Adarê û misogerkirina vegera ewle ya li bajarê xwe kir. Çalakvanan diyar kir ku domandina binpêkirin û guhartina demografiyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, pêşî li vegera ewle digire.

Çalakvanên koçber: Şertên vegera ewle nehatine pêkanîn
20 kanûn, 2025   04:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji sala 2019'an de koçberên bajarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jiyaneke zehmet di wargehên koçberiyê de derbas dikin. Koçberan bangên xwe yên vegera ewle û birûmet ji bo bajarê xwe dubare kirin. Koçberan diyar kir ku tevî îmzekirina peymana 10'ê Adarê jî şertên mirovî û ewlehî ji bo vegera ewle nehatine pêkanîn, nexasim ku binpêkirin û guhartina demografiyê hîna jî didomin.

‘TUNEBÛNA EWLEHIYÊ VEGERÊ ASTENG DIKE’

Çalakvan û koçberê ji bajarê Serêkaniyê Yûsif Biro got: "Hêviyên me yên vegerê hêviyên her koçberekî ne. Vegera em dixwazin jî vegera ewle û birûmet e. Lê mixabin li Serêkaniyê ev şert nehatine pêkanîn."

Biro diyar kir ku tevî îmzekirina 10'ê Adarê lê belê benda girêdayî vegera koçberan nehatiye pêkanîn û got: "Mijara koçberan mijareke mirovî ye û mafê her mirovekî ye ku vegere welat û warê xwe."

Biro destnîşan kir ku hejmara niştecihên resen ên Serêkaniyê niha kêm bûye û got: "Di hundirê bajêr de guhartina demografî heye û niştecihên resen tên astengkirin û ceza li wan û mal û milkên wan tên dayîn."

Biro wiha domand: "Bajar di bin kontrola komên çekdar de, ne di bin kontrola hikumeteke yekbûyî yan jî komên girêdayî hikumetê de ye. Rewş tevlihev e, ji ber wê kes nikare vegere bajarê xwe."

Biro banga pêkanîna peymana 10'ê Adarê û misogerkirina vegera ewle dûrî hesabên siyasî û leşkerî dubare kir.

‘KOÇBER LI BENDA VEGEREKE EWLE NE’

Çalakvan û koçber Dilawer Mihemed Elî jî wiha axivî: "Hemû koçber li benda pêkanîna peymana 10'ê Adarê û vegera ewle ne. Di cihên ku lê dimînin de rewşa jiyanê zehmet e. Em ji Rêveberiya Xweser bi hêvî ne ku di danûstandinên hikumeta veguhêz de benda 5'an a peymana 10'ê Adarê gotûbêj bike.”

Elî got ji ber domandina binpêkirinan, destdanîna ser malên niştecihên resen û firotina wan û binçavkirina bêserûber, kes nikare vegere deverên dagirkirî.

'BAWERÎ BI DESTHILATA VEGUHÊZ TUNE YE’

Di heman çarçoveyê de çalakvan û koçber Mihemed Haco got: "Bi hilweşîna rejîma Baas re hêviyên vegerê yên koçberan mezin bûn, lê belê ew pêk nehat. Bi peymana 10'ê Adarê re ew hêvî dîsa hatin vejandin lê heta niha ew peyman nehatiye pêkanîn."

Haco wiha lê zêde kir: "Hêviyên me bi desthilata veguhêz a heyî tune ne, ji ber ku ew pêkanîna peymanê paşguh dike, bi taybetî benda 5'an a vegera koçberan. Em li gorî plana desthilata veguhêz venagerin, em wê vegerê qebûl nakin. Em vegera ewle bê ku çeteyek an komeke çekdar an jî kesekî ji derveyî bajêr di bajarê me de hebe, dixwazin."

Haco di dawiya axaftina xwe de got: "Binpêkirin li bajarên dagirkirî didomin. Eger rewş wiha bidome kes nikare vegere bajarê xwe, ji ber wê desthilata veguhêz ji bo rawestandina binpêkirinan û misogerkirina vegera koçberan berpirsiyar e."

(mh)

ANHA