Jinên Helebê: Aştiya stratejîk a herêmê ji azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike

Jinên Helebê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk giran diçe û got aştiya stratejîk li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Jinên Helebê: Aştiya stratejîk a herêmê ji azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike
20 kanûn, 2025   02:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê ji ajansa me re li ser girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di pêkanîna aştiya mayînde li Rojhilata Navîn de, axivîn.

‘FIKRÊN RÊBER OCALAN PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ DIPARÊZE’

Dayika şehîd Reşîd Efrîn ê ku di 2018'an de di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye û endama Dayikên Aştiyê Nayle Nasro got dayikên şehîdan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi îsrar in û diyar kir ku tevgera azadiya Kurdistanê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê hemû erkên xwe pêk anîn.

Nayle Nasro destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya erêkirina projeya neteweya demokratîk, ew projeya ku dê pêkhateyan ji kuştinê biparêze.

‘TIRKIYE DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE DERENG MAYE’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û hevjîna şehîd Îsmaîl Bakîr ê ku di 2018'an de di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, Hêvîn Îsmaîl got ku dewleta Tirk di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dereng maye. Her wiha tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dubare kir.

‘MAFÊ HÊVIYÊ MAFEKÎ REWA YE’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û xwişka şehîd Şervîn Şakir a ku di 1995'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûye, Xedîce Şakir destnîşan kir ku divê jiyana hevbeş a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserî Rojhilata Navîn were pêkanîn û got: “Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan Kurd şaşiyên berê dubare nakin. Malbatên şehîdan jî bi fikrên wî ve girêdayî ne.”

‘AZADIYA RÊBERTÎ TÊ WATEYA AŞTIYA HERÊMÊ’

Endama Dayikên Aştiyê Henîfe Hesen got bidawîkirina aloziyên Rojhilata Navîn ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike û banga belavkirina nirxên jiyana hevbeş û biratiya gelan ên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, kir.

(mh)